Amerîka: Îran direvan dike

dibêje Amerîka bi ti awayî naxwaze rêkeftinê li gel Îranê îmze bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje me ti peyamek bo Îranê neşandiye.

Piştî ku, wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan ragihandibû ku, Amerîka peyamek bo Îranê şandiye û di peyamê de Amerîka daxwaz ji Îranê kiriye ku berdewam be li ser diyalogê jiber ku, Amerîka dixwaze rêkeftineke nû îmze bike, wezareta derve ya Amerîkayê jî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku, wezîrê derve yê Îranê direvan dike, Amerîka ti peyamek bo Îranê neşandiye û Amerîka êdî naxwaze rêkeftin li gel Îranê îmze bike û niha tişta ku, Amerîka ji Îranê daxwaz dike, eve ku, xelkê xwe nekuje û beşdarî di kuştina xelkê Ukraynayê bi destê Rûsyeyê neke.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.