Beriya çend rojan ji aliyê rejîmê ve hatibû girtin.
Welatiyê Kurd yê bi navê Ramîn Fatihî ku, beriya çend rojan li bajarê Sineyê li gel bira û xuşika xwe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin, hatiye kuştin.
Li gor zaniyariyên berdest, Ramîn Fatihî di girtîgeha Sineyê de jiber keşkenceyên dijwar yên hêzên rejîmê canê xwe ji dest daye.
Weke tê zanîn beriya 34 rojan jî jiber eşkence kirina keça Kurd û kuştina vê ( Jîna Emînî) ji aliyê rejîma Îranê ve, li seraserê vê welatî xwepîşandan hatibû kirin û xwepîşandan vegeriyan xwepîşandanên dijî rejîmê û hîn jî berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin