Berazek bû sedema mirina welatiyekî

do encama heman bûyerê de 5 welatî jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Ev bûyer li Hewlêrê qewmiye.

Duhê bişev li ser rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, jiber derketina berazek, bûyereke tirafîkê qewmî û di encam de welatiyek canê xwe ji dest da û 5 welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gor polîsa hatûçûya Hewlêrê, duhê bişev dema tirimbîla welatiyekî ji Kerkûkê ber bi Hewlêrê ve tê, ji nîşkave berazek li ser cadeyê derdikeve, tirimbîl xwe bi berazê dide û diqolipe û di encama bûyerê de welatiyek canê xwe ji dest dide û 5 welatiyên din jî birîndar dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.