Zirarên zêde yên madî çê bûne.
Li gor jêderên nûçeyan duhê direngiya şevê, balefirên şer yên Îsraîlê êrîşeke berfire bo ser derdorê Dîmeşqê pêk anîne.
Hin çavkaniyên mediyayî behsa vê yekê dikin ku, di encama êrîşa han ya Îsraîlê de çend navendên leşkerî bi temamî hatine wêrankirin û zirarên canî nayên zanîn.
Ji aliyeke din ve çapemeniya rejîma Sûrî jî diyar dike ku, sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî kariye çend mûşekên Îsraîlî beriya ku, bigehêjin hedefên xwe, pûç kiriye.
Heta niha Îsraîl derbarê vê êrîşa han de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin