6 rayedar û 4 dezgehên rejîma Îranê di nava lîsteya nû ya Kanadayê dene.
Hikûmeta Kanadayê ragihand ku, bo piştîvanî kirina xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî û bersifdana êrîşên rejîmê yên li ser xelkê, biryara danîna dorpêçan li ser rejîma Îranê daye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, hikûmeta vê welatî, vê carê dorpêçên gelek dijwar daniye ser 6 rayedarên Îranî û 4 dezgeh û navendên girîng yên rejîma Îranê.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî Kanada dîsa dorpêç danî bû ser 17 rayedar 3 navendên din yên steratejîk yên rejîma Îranê.
Ji aliyeke din ve NY, Amerîka û Ewrûpa jî bi heman awayî dorpêçên gelek dijwar yên nû xistine ser rejîm û rayedarên rejîma Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin