Li gel Konsulus û nunerên welatên biyanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulus, nuner û dîplomatên welatên biyanî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro li gel Konsulus, nuner û dîplomatên welatan li herêma Kurdistanê civiyan.
Di civînê de me behsa rewşa giştî, prosesa siyasî û hewlên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir û balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê piştîvaniya ava kirina hikûmetek dike ku, xizmetgozar be ku, bêyî cudatî xizmeta tevahiya welatiyên Îraqê bike û li ser esasê destûrê jî kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî çareser bike. Me herwiha tekez li ser girîngiya rêz girtin ji pirnsîbên hevbeşiya rastîn, hevsenî û lihev kirinê kir.
Di mijareke din ya civînê de me behsa reformên kabîneya 9an û pir cure kirina abûrî, çavkaniyên dahatê, ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî bi taybetî girîngî dan bi kerta çandiniyê û bi bazar kirina berhemên navxweyî kir, ku, biryare di wan rojan de berhemên navxweyî bo bazarên derve werin henardekirin.
Di beşeke din ya civînê de me behsa reformên warê darayî û rûbirû bûna gendeliyê, nehêştina çarçûr kirina samanên giştî kir û balkêşande ser prosesa dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan û pêngav avêtin ber bi hikûmeta elektironîkî bo pêşde birina şefafiyet û nehêştina rûtîn û brokrasiyê.
Me herwiha ev yek diyar kir ku, armanca me ya sereke, pêşde birin û geşe pêdana piralî ya herêma Kurdistanê ye, ev yek jî girêdayî girîngî dan bi parastina aramî û ewlekariya herêma Kurdistan û Îraqê û deverê giştiye û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê weke hertim faktereke girîng ya parastina asayîş û ewlekariyê dibe li deverê de.
Di dawî de me bersifa nêrîn û pirsiyarên amadebûyan jî da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin