Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin

bi hinceta parastina ewlekariyê qedexe hatiye ragihandin.
کوردستان TV
100%

15 rojan vê li vê bajarê qedexeya giştî hebe.

Walîtiya Colemêrgê ya li Bakûrê Kurdistanê, weke her car dîsa bi hinceta parastina ewlekarî û aramiyê, biryara qedexeya giştî ragihand.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, vê 15 rojan organîze kirina her cure aheng, çalakî, merasîm û kombûnên curbicur li vê bajarê qedexe bin û ewin ku, biryarê binpê bikin rastî cezayên giran werin.

Weke tê zanîn piştî sala 2015an ve heta niha qedexe bûye beşek ji jiyana rojane ya li piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.