Xiyaneteke mezin li gel û welat hate kirin.
Beriya 5 salan di rojek weke îro de, xiyaneteke mezin li gel û welat hate kirin.
Roja 16ê Cotmeha 2017an, dema ku, hêzên pêşmerge li hember çekdarên Îranî û komên din yên çekdar yên ku, êrîşî ser Kurdistanê kiribûn, li berxwe didan, hin berpirsên aliyeke siyasî yên Kurdistanê (YNK) bi nihênî li gel Îran ( Qasim Silêmanî), komên çekdar yên Îraqî pêk hatin û li pişt ve xencer li pêşmerge û gelê Kurdistanê dan û di encam de Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ji aliyê wan koman ve hatin dagîrkirin.
16ê Cotmehê ku, rojeke reşe di dîroka gelê Kurd de, planeke mezin bû bo dagîr kirina tevahiya Kurdistanê, lê li Pirdê û Sihêlayê, hêzên pêşmerge karîn bi berxwedaniyeke bêhempa, plana dijminan pûç bikin û dawî bi êrîşên dijminan bînin.
Dijmin dixwest her heman roja 16ê Cotmehê Hewlêrê jî dagîr bike, lê li Pirdê dijmin li ser destê pêşmerge rastî şikesteke mezin hat û lewre plana wan bi temamî hate pûçkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin