Dibêje ewin hatine cerbandin dîsa nayên cerbandin.
Piştî ku, parlementoya Îraqê roja pêncşemê Serokkomarê nû hilbijart û Serokkomar jî Serokwezîr bo ava kirina hikûmetê pîwerdar kir, Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir dîsa peyamek belav kir û ragihand ku, ev vê hikûmeta han qebûl nakin.
Serokê tevgera Sedir beriya du mehan jiber Berbijêr kirina Mihemed Sûdanî, daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku, nav hatî yek ji bikerên komkujiya Spakerê ye û destê wî di gendelî û diziyan de heye lewre em qebûl nakin nav hatî bibe Serokwezîrê Îraqê, li rixmî nerazî bûna Sedir roja pêncşema derbasbûyî Serokkomar Ebdul Letîf Reşîd, Mihemed Sûdanî weke Serokwezîr bo ava kirina kabîne nû pîwerdar kir.
Sedir îro dîsa daxuyanî da û ragihand ku, em vê hikûmeta han bi hikûmeta xwe û Îraqiyan nizanin û bi ti awayî piştîvanî jê nakin,
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin