Îraq dixwaze derbarê kêşeya avê de li gel wan giftûgo bike.
Li gor çapemeniya Îraqî, wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber siyasetên Tirkiye û Îranê yên bo qut kirina avê li ser Îraqê, Îraq rastî kêşeyên gelek mezin û metirsîdar hatiye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, ev demeke dirêje Îraq dixwaze bi rêya diyalog û giftûgoyê vê mijara han li gel Tirkiye û Îranê çareser bike lê ne Îran û ne jî Tirkiye bersifa daxwazên Îraqê nadin.
Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, ev her du welatên cîran, avê weke karteke siyasî li dijî Îraqê bikar tînin û ev yek jî binpê kirina yasa û zagonên navnetewiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin