Serokwezîr û wezîrê dewlet yê Almanyayê bi telefûnê bihevre peyvîn.
Îro wezîrê dewlet yê Almanyayê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsand;
Îro peywendiyeke telefûnî ji wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê birêz Tobias Lindner gehêşte me.
Di peywendiya han de wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê, êrîşên vê dawiyê yên li ser herêma Kurdistanê mehkûm kir û ragihand ku, binpê kirina serweriya xaka Îraq û herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin û bo vê yekê jî ji nêz ve wenêrînê bo bûyeran dikin.
Wezîrê dewlet li wezareta derve ya Almanyayê Tobias Lindner piştîvaniya welatê xwe bo aramiya rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û ava kirina hikûmeta nû yaku, nîşanderê encamên hilbijartinan û rêz girtin ji demokrasiyê be diyar kir. Nav hatî li ser berdewamiya mayîna hêzên Almanî piştî pejrandinê ji aliyê parlementoya Almanyayê ve li herêma Kurdistan û Îraqê dilniyayî da.
Me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên berdewam yên hikûmet û xelkê Almanyayê kir û xwesteke herêma Kurdistanê jî bo pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de li gel Almanyayê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin