YE raporta xwe ya sala 2022an belav kir.
Konseya Yekîtiya Ewrûpayê raporta xwe ya sala 2022an belav kir û di raportê de rexneyên gelek dijwar li Tirkiyeyê tên kirin.
Di raporta YE de hatiye nivîsandin ku, Tirkiye di warê, azadî, mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî û mafên bingehîn de gelek gav paşve avêtiye, û bilez ji pîwanên YE yên di vê warî de dûr dikeve.
Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku, zextên dijî kêmîneyên olî û etnîkî li Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibin û opozîsyona vê welatî jî bi awayeke sîstematîkî dibin zextan deye.
Di berdewamiya raportê de qala vê yekê hatiye kirin ku, li Tirkiyeyê tiştek bi navê demokrasî û îdareyên herêmî wateya xwe nemaye, tevahiya desthilatan li navendê hatine komkirin û serbixweyiya her sê desthilatan bi temamî hatiye jinavbirin û Tirkiye bilez ber bi dîktatoriyetê ve gav davêje.
Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Tirkiyeyê jî rexne li vê raporta han dike û ev raport bi nerast û dûr ji rastiyan bilêv dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin