Rojnameya York Times dibêje ev nîşaneya berfire bûna aloziyane.
Piştî ku, roja sêşem karmendên petrokîmiyaya Îranê jî dest bi grevê kirin û xwepîşandan li dijî rejîma Îranê lidar xistin, karmendên rafîneyên petrolê yên Abadan û Kengan ku, du ji mezintirîn rafîneyên petrolê ne li Îranê, rojnameya New York Times jî babetek belav kiriye û têde qala vê yekê kiriye ku, beşdarî kirina karmendên rafîneyên mezin yên petrolê li Îranê nîşaneya berfire bûna alozî û xwepîşandanên dijî rejîma Îranê ye.
Di raporta rojnameyê de hatiye diyarkirin ku, di serdema xwe de dema karmendên petrol û kerta enrejiyê li dijî şahê Îranê dest bi xwepîşandan kirin, hêzên ewlekarî yên Îranê jî neçar bûn çekd deynin û piştîvaniya xelkê li dijî şahê bikin, niha jî rewş wisaye û xwepîşandan û grevên karmendên rafîneyên petrolê û petrokîmiya vê bibe sedem daku, rejîm rastî derbeke dijwar were û eger xwepîşandanên karmendên petrolê bidomin egera hilweşandina rejîmê bihêztir dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin