Dibêje em qebûl nakin kes tiştek ser me feriz bike.
Piştî ku, Serok û Kongrêsa Amerîkayê li dor biryara opecplus ya bo kêm kirina hêlbirîn û henarde kirina petrolê gef li Siûdiyeyê kirin, îro jî wezareta derve ya Siûdiyeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya han de, wezareta derve ya Siûdiyeyê ragihandiye ku, ev biryar ne biryara Siûdiyeyê ye, û armanc ji vê biryara han ne dijatî kirina Amerîkayê ye.
Wezareta derve ya Siûdiyeyê herwiha eşkere kiriye ku, Siûdiye ji ti kes û aliyek qebûl nake ku, tiştek li ser Siûdiyeyê feriz bike.
Weke tê zanîn beriya niha Kongrêsa Amerîkayê gef li Siûdiyeyê kiribû û pişt re jî Serokê Amerîkayê bi heman awayî gef li Siûdiyeyê kiribû û ragihandibû ku, lazime wenêrîn bo têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin