Ev sîstem duhê radestî Ukraynayê hatiye kirin.
Li gor nûçeyeke rojnameya Spiegel ya Almanî, hikûmeta vê welatî, sozên xwe yên ku, dabûn Ukraynayê bicîh aniye û duhê yekem sîstema berevaniya nû ya Almanî radestî Ukraynayê hatiye kirin.
Spiegel di nûçeya xwe de nivîsandiye ku, sîstema berevaniya Iris-T SLM yaku biryar bû almanya 4 heban jê bide Ukraynayê, duhê li sînorê Polonyayê radestî rayedarên Ukraynî kiriye.
Weke tê zanîn duhê jî di civîna onlîne ya koma G7an, Serokê Ukranyayê diyar kiribû ku, Ukranya pêdiviya xwe bi danûstandinê nîne belku, pêdiviya xwe bi sîstemên berevanî yên pêşkeftî heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin