Derbarê hewldanên çekdarên heşda şebî de daxuyaniyek belav kiriye.
Piştî gefên çekdarên heşda şebî bo der xistina hêzên pêşmerge û asayîşê li bajarê Xaneqînê, Serokê partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd daxuyaniyek weşand.
Mihemed Hecî Mehmûd di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, hêzên wan amadene di nava çend seatekê de biçin Xaneqînê û vê bajarê biparêzin û rê nedin ku, neyar botên xwe yên reş û qirêj li vê bajarê bicîh bikin.
Nav hatî herwiha daxwaz ji hikûmet û wezareta pêşmerge ya Kurdistanê jî kiriye û gotiye: Eger hikûmet û wezaret jiber hin sedemên qanûnî û siyasî nikarin vê yekê bikin bila rê bidin me daku, ev di nava çend seatan de biçin û Xaneqînê biparêzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin