Serokê herêmê û balyozê Tirkiyeyê civiyan

behsa metirsiyên qonaxa niha li ser Îraqê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyzê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Elîreza Gunay kir.

Di civînê de her du alî li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê li gel Tirkiyeyê û pêşde birina wan têkiliyên han bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de giftûgo kirin.

Her di heman civînê de her du aliyan li ser rewşa siyasî û pêşhatên nava prosesa siyasiya Îraqê nêrînên xwe lihev veguhastin û balkêşandine ser mijara hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê.

Di berdewamiya civînê de her du alî li ser girîngiya parastina aramî û aştî li Îraqê ku, bandor li ser aramî û aştiya deverê dike, hemfikirbûn û balkêşandine ser metirsiyên qonaxa niha li ser Îraq û çawetiya derbas kirina pêvajoya heyî.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.