Tv fermî ya Îranê hate hack kirin

koma edaleta elî daxwaza berdewamiya xwepîşandanan dike.
کوردستان TV
100%

Di dema gotara Elî Xamneyî de hate hackirin.

Xwepîşandanên din jî rejîma Îranê her diçe berfiretir, bihêztir û dijwartir dibin û hêzên rejîmê jî weke berê nikarin li hember xelkê liber xwe bidin.

Li gelek bajar, bajarok û deverên curbicur yên Îranê, xwepîşandan didomin, xelk êrîşî ser hêzên rejîmê dike û li wan dide.

Duhê li Tehranê jî bi heman awayî li taxa Nazîabad yaku, mezntirîn taxa Tehranê ye, du Efermandarên Besîc dema dixwestên êrîşî ser xelkê bikin, ji aliyê xelkê ve hatin girtin û li wan dan.

Her di heman çarçoveyê de, duhê dema Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî di telefizyona fermî ya rejîmê de gotar pêşkêş dikir, tv fermî ya rejîmê hate hackkirin.

Tv ji aliyê koma hacker ya bi navê edaleta Elî ve hate hackirin. Ekranê tvê bo demeke dirêj reş bû, wêneyên xamneyî di nava agir de dihatin weşandin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.