Di konferansa pirsa Kurd li Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir.
Îro bîrmend û fîlosofê navdar yê Frensî Bernard-Henri Lévy beşdarî di konferansa pirsa Krud li Rojhilata Navîn de, gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, çareseriya kêşeya enerjiyê ya Rojavayê li herêma Kurdistanê de destpê dike.
Bernard-Henri Lévy eşkere kir ku, li Rojava kêşeyên cidî yên enerjiyê hene û Kurdistan jî dikare bi bîra cîhanê bîne ku, çareseriya vê kêşeya han li herêmê de heye.
Levy herwiha got: Herêma Kurdistanê herêmeke gelek girînge jiber ku, Rojhilat û Rojava bihev re girê dide û lazime hêzeke mezin jî hebe ku, berevanî ji vê herêmê bike.
Nav hatî behsa parastina herêma Kurdistanê jî kir û anî ziman ku, li Rojava, Ewrûpa û Amerîka dostên gelek zêde yên herêmê hene lewre lazime piştîvaniyeke bihêz ya herêmê jî hebe û hêzeke zêde jî berevanî jê bike. Navenda biryarê ya li Amerîkayê xwedan bandoreke gelek mezine û dikare bo piştîvanî kirin ji doza Kurd rola sereke bilîze û biryarên girîng bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin