Dibêje bi berdewamî destûr tê binpêkirin.
Îro bi organîzatoriya zanîngeha Soranê û bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî konferansek bi navê konferansa pirsa Kurd li Rojhilata Navîn hate lidarxistin.
Di konferansa han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, tevgerên terorîstî li cîhekê serî hildidin ku îdareyeke baş nebe û aramî tunebe, niha li Îraqê jî îdareyeke baş nemaye û bi berdewamî destûr tê binpêkirin û ev yek jî bûye sedema ne aramiyêns iyasî û abûrî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku, çareser kirina pirsa Kurd bandoreke mezin li ser çareser kirina kêşeyên din yên li Rojhilata Navîn de dibe û çareseriya pirsa Kurd bi wateya çareser kirina pirsên din yên Rojhilata Navîne û em weke herêma Kurdistanê hertim çareserî pêşkêş kiriye.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, pirsa Kurd tenê bi Kurd nayê çareserkirin lewre lazime aliyên din jî bo çareser kirina pirsa Kurd hevkar bin. Lê mixabin heta niha sîstemên derdor ne tenê hevkar nebûna bo çareser kirina pirsa Kurd belku, rê jî nedane ku, giftûgo li ser pirsa Kurd were kirin.
Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de diyar kir ku, niha Kurdistan li gor deverên din yên Îraqê gelek pêşkeftiye û Kurdistan li ser hesabê bi devereke din ya Îraqê pêşkeftin bidest ne aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin