Brîtanya daxwaz ji welatiyên xwe dike serdana Îraqê nekin

dibêje eger neçar nebin serdana Îraqê nekin.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewşa ewlekarî ya vê welatî ber bi têkçûnê ve diçe.

Wezareta derve ya Brîtanyayê derbarê Îraqê de daxuyaniyek weşandiye û têde baldarî daye welatiyên xwe yên li Îraqê.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Brîtanî hatiye kirin bi ti awayî serdana parêzgehên başûr û naverasta Îraqê nekin û ev welatiyên Brîtanî jî yên ku, li Îraqê ne, lazime gelek baldar bin, ji cîhên qerebalix dûr kevin û neçar nebin gelek hatûçû nekin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, egera têkçûna rewşa ewlekariya Îraqê gelek bihêze, lewre lazime welatiyên Brîtanî serdana başr û naverasta Îraqê nekin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.