Li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.
Xwepîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî duhê bişev li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepîşandanên mezin hatin lidarxistin.
Hate zanîn di çarçoveya wan xwepîşandanan de hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser xwepîşanderan kirine û di encama wan êrîşan de herî kêm 9 welatiyên Kurd hatine girtin.
Herwiha hate zanîn ku, li Sine û Serdeştê jî du çalakvanên Kurd ji roja yekşemê ve hatine girtin lê heta niha çarenivîsa wan nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin