Nameyek ji Serokwezîra Brîtanyayê gihişt Serokê herêma Kurdistanê

di nameyê de Turss spasiya Serokê herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss wergirt.

Di nameya xwe de, xanim Truss spasiya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî ya di merasîma taziya Şahbanûya Elizabeth ya Duyem, Şahjina koçkiriya Şahnişîna Yekgirtî da û herwesa kêfxweşiya xwe jî ji bo careke din bi hevdîtina Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîşan da.

Serokwezîra Brîtanyayê di nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî de, têkiliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê weke hevkarekî sereke li Rojhilata Navîn bilind dinirxîne, herwesa balê dikşîne li ser wê yekê ku Şahnişîna Yekgirtî digel Herêma Kurdistanê bihayên hevbeş wek azadiya raderbirînê û perwedeyê û pirsên pêşîne yên wek pirsên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê heye û xebatên me li ser van pirsan û karê hevbeş berdewam dibin.

Di dawiyê de, Serokwezîra Brîtanyayê hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de baştir bi Herêma Kurdistanê re kar bike û dostayetî û peywendiyên di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.