Rejîma Îranê tengaw bûye û civînên awarte lidar dixe

xwepîşander xwe amade dikin êrîşî ser parlementoya rejîmê bikin.
کوردستان TV
100%

Îro bi amadebûna Fermandarên leşkerî parlemento civîneke awarete li dar dixe.

Xwepîşandanên seraserî yên li dijî rejîmê li Îranê di roja 15mîn de berdewamin û rejîma Îranê jî gelek tengaw bûye.

Rejîm ji aliyekê ve tevahiya hêz û karînên xwe bo dawî anîn bi xwepîşandanan bikar tîne lê xelkê Îranê her ku, diçe kerba wean ji rejîmê zêdetir dibe û xwepîşandanên xwe berfiretir dike.

Di vê çarçoveyê de rejîm bo nirxandina rewşê, heta niha çend civînên awarte li dar xistiye lê ti encamek ji wan derneketiye.

Biryare îro yekşem parlementoya Îranê jî bi awayeke awarte bi beşdariya wezîrê navxwe û Fermandarên leşkerî, lidar bixe.

Ji aliyeke din ve hin jêder behsa vê yekê dikin ku, vê xwepîşander îro êrîşî ser parlementoya Îranê jî bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.