Azeriyên li Îranê jî dijî rejîmê rabûn

dibêjin lazime Azerî jî rola xwe di şoreşa gelan de bilîzin.
کوردستان TV
100%

Daxwaz ji tevahiya Azeriyan kirine li dijî rejîma Îranê dakevin qadan.

8 sazî, tevger û komên siyasî û medenî yên Azerbayicanî ku, taybetin bi Azeriyên li Îranê daxuyaniyeke hevbeş derbarê rewşa Îranê de weşandine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, rejîma Îranê rejîmeke dîktatore û lazime were hilweşandine. Pêkhate û gelên din yên Îranê dest bi xwepîşandanê li dijî rejîmê kirine lewre nabe Azeriyên li Îranê di şoreşa gelan de bêpar bin û pêwîste Azerî jî rola xwe di vê şoreşê de bilîzin.

Di daxuyaniya Azeriyan de daxwaz ji tevahiya Azeriyên nava Îranê hatiye kirin daku, ji Tebrîzê heta Hemedanê bihevre dakevin qadan û li gel pêkhate û gelên din yên Îranê li dijî rejîma dîktator şoreşê bikin.

Sazî û rêkxistinên weke partiya azadiya Azerbayicana başûr, Birlîk (yekîtî), navenda lêkolînên Tebrîzê, Yekîtiya demokratîk ya Azerbayicanê, eniya berevaniya nîştimanî ya Azerbayicanê, tevgera federal ya demokratîk ya Azerbayicanê,  tevgera Xwendekarên Azerî û partiya navendî ya Azerî ev daxuyanî îmze kirine û daxwaz ji Azeriyan kirine ku, bi tevahiya hêz û karînên xwe ve li dijî rejîmê dakevin qadan û şoreşê bikin.

weke tê zanîn beriya du rojan 12 eşîrên Lor ( kurd) li Îranê ku di bin navê Bextiyarî de federasiyona wan heye, daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û li dijî rejîmê dest bi xwepîşandanan kiribûn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.