Duhê bişev li seraserê Tehranê xwepîşandanên mezin hatin kirin.
Li gor dêmenên ku, ji jêderên çapemeniyê ve hatine belavkirin, duhê bişev li Tehrana paytexta Îranê xwepîşandanên gelek mezin hatine lidarxistin.
Di xwepîşandanan de xelkê Tehranê êrîşî ser hêzên rejîmê kirine û hêzên rejîmê jî li gelek taxên Tehranê reviyane.
Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku, Xwepîşander eşkere kirine ku, ev du şeve xwepîşandanên li Tehranê gelek mezintir û berfiretir bûne û hêzên rejîmê jî weke berê ne zêdene û ewin ku, di nava kolanan de mane, ji tirsa xelkê direvin.
Xelkê Tehranê diyar kiriye ku Tehran ji azadiya xwe re nêz bûye û vê di rojên pêş de gelek taxên bajêr bikevin destê xelkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin