Xwepîşandanên li Îranê berdewamin û rejîm gef dike û xelk jî biîsrare.
Di çarçoveya xwepîşandanên li Îranê ku, 11 roje berdewamin, pevçûnên navbera polîs û xwepîşanderan jî didomin.
Li gor çavkaniyên nûçeyan duhê li Tehran û çend bajarên din yên Îranê xwepîşander êrîşî ser hêzên rejîmê kirine û karîne dest deynin ser çekên hêzên rejîmê ku, piraniya wan çekên Amerîkî yên weke şokerê elektirîkî ne.
Ji aliyeke din ve li derveya Îranê jî xwepîşandan berdewamin û li Londonê jî balyozê Îranê ji aliyê xwepîşanderan ve hate girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin