Heta niha 57 welatî hatine kuştin.
Navenda mafên mirovan ya Îranê derbarê amarên şer û pevçûnên navbera xwepîşander û hêzên rejîmê de raportek belav kiriye û têde nivîsandiye ku, hijmara kuştiyan her diçe zêdetir dibe.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Îranê heta niha li seraserê Îranê 57 welatî bi destê çekdar û hêzên rejîmê hatine kuştin.
Ev 57 kesên han ewin ku, nasnameya wan hatiye eşkere kirin, lê gelek kesên din hatine kuştin ku heta niha nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji 9 rojane li seraserê Îranê xwepîşandanên gelek mezin li dijî rejîmê tên kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin