7 roje li seraserê Îranê xwepîşandan didomin.
Xwepîşandanên ku, beriya 7 rojan jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kiribûn, di 7mîn roja xwe de jî dom kirin.
Li gelek bajarên Îranê xwepîşandan hîn jî didomin, li bajarê Qum ku, weke qelha rejîmê tê nasîn, duhê di dîroka rejîma Îranê de bo cara yekem xwepîşandan dijî rejîmê hate kirin.
Li Erdebîl, Loristan, Tebrîz, Meşhed, Taran, Îsfehan û gelek bajarên din yên Îranê jî xwepîşandan her diçe zêdetir û dijwartir dibin û li gelek bajaran jî hêzên rejîmê ji destê xelkê direvin.
Hevdem êrîşên hêzên rejîmê jî bo ser xelkê berdewamin û jêder qala vê yekê dikin ku heta niha li seraserê Îranê bi giştî 50 kesên din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin, zêdetir ji 500 kes jî birîndar bûne û nêzî hezar kes jî hatine girtin.
Ji duhê ve heta niha bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ketiye destê xelkê, li Erdebîl û Reştê jî hinek hêzên rejîmê rêza xwe guhertine û çûne rêza xwepîşanderan û dijî rejîmê xwepîşandan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin