Li her çar aliyên Îranê xelk daketiye qadan û dijî rejîmê serî hildaye.
Xwepîşandanên li Îranê yên ku, ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kiribûn, di roja xwe ya 5an de berdewamin û her ku, diçe xwepîşandanê zêdetir, berfiretir û dijwartir dibin.
Li gor çapemeniya Farsî, duhê li Başûrê Îranê bi taybetî li Ehwaz û Zahêdanê, xelk daketiye qadan, êrîşî ser hêzên rejîmê kiriye, hêzên rejîmê revandiye û gelek tirimbîlên polîsan jî şewitandiye.
Li Rojhilatê Îranê bi taybetî li Meşhed û derdorê jî bi heman awayî rixmî şewitandina peyker û posterên Xamneyî xelk çend navend û tirimbîlên polîsan şewitandiye.
Li Tehran û Bakûrê Îranê jî xelk zêdetir li dijî rejîmê xwe organîze dike û êrîşî ser hêzên besîc, polîs û îtlaatê dike.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandan berdewame û li bajarên ku, heta niha xwepîşandan nehatibû kirin, xwepîşandan destpê kiriye, hêzên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê li pey cîheke aram digerin ku, xwe têde biparêzin.
Ji aliyeke din ve behsa vê yekê jî tê kirin ku, hêzên rejîmê jî berdewamin li ser êrîş kirine ser xelkê û di encama êrîşên hêzên rejîmê de heta niha 8 kes hatine kuştin û nêzî 300 kes jî birîndar bûne û zêdetir ji 500 kes jî li Rojhilat û seraserê Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin