Îro çarşem li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq kir.
Di civînê de her du alî behsa pirsa nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya zemînesazî û dirustkirina hemahengî û yekdengiya li navbera aliyên siyasî û pêkhatên civakî yên Herêma Kurdistanê ya ji bo nivîsîna destûrê kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo Parlemena Kurdistanê û her hewleke zemînesazî û dirustkirina yekrêziya ji bo nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliyê sazî û damezraweyên bilindên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, wekî çawa li berê jî heman helwesta xwe hebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin