Li Merîwanê jî çalakvaneka Kurd hate girtin.
Di çarçoveya xwepîşandanên li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve, xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamin li ser xwepêşandanên xwe û helwestên xwe yên li dijî rejîmê û hêzên rejîmê jî berdewamin li ser girtin û kuştina xelkê bi taybetî welatiyên Kurd.
Di vê çarçoveyê de piştî ku, duhê li Urmiyeyê ciwaneke din yê Kurd hate kuştin, li Merîwanê jî çalakvana Kurd Ewîn Rastî jiber ku, pêşengiya xwepîşandanan kiriye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û heta niha çarenivîsa vê nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin