Franse spasiya Îraqê dike.
Li gor çapemeniya Îraqê, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel wezîra derve ya Franseyê Catherine Colonna li New Yorkê civiyane û di civînê de behsa rewşa Îraqê, hewldanên aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û destpê kirina civînên parlementoya Îraqê kirine.
Her di heman civînê de her du alî behsa konferansa Bexdayê ya derbarê diyaloga navbera Siûdiye û Îranê de kirine û tekez li ser vê yekê kirine ku, lazime ev diyaloga han were domandin jiber ku, normal kirina têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê bandoreke baş li ser rewşa deverê dike.
Di civînê de behsa çend mijarên din weke têkiliyên Franse û Îraqê, şerê Rûsye û Ukraynayê, şerê dijî terorê û metirsiyên DIŞIê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin