Li bajarê Sineyê duhê bişev hatine revandin.
Xwepîşandanên dijî kuştina Mehsa Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve didomin û di vê çarçoveyê de duhê jî li bajarê Sine xwepîşandaneke gelek mezin hate organîzekirin û xwepîşander rixmî mehkûm diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember kuştina Mehsa ( Jîna) Emînî hevdem li dijî rejîma Îranê jî diroşmeyên tund avêtin.
Her duhê li meydana Îqbal ya bajarê Sineyê hêzên rejîma Îranê du çalakvanên Kurd bi navê Feranek Refiyî çalakvana mafên jinan û Lutfulah Ehmedî çalakvanî medenî revandin û piştî lêdan û eşkence kirinê bo cîheke nediyar veguhastine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn roja şemî jî li bajarê Seqizê hêzên rejîmê ciwanekî Kurd di xwepîşandanan de kuştibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin