Dibêje me êrîşî ser Îdlibê kiriye.
Çapemeniya Rûsyeyê li ser zarê rayedarên wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kir ku, duhê bişev balefirên şer yên Rûsî li Îdlib û derdorê êrîşî ser çend navendên komên cîhadî yên ku, Tirkiye piştîvaniya wan dike, kirine.
Li gor çapemeniya Rûsî di encama êrîşên han de herî kêm 45 terorîst hatine kuştin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di nava kuştiyan de Serkirdeyeke cîhadiyan jî heye û hevdem çend cebelxaneyên mezin jî hatine teqandin.
Weke tê zanîn ev demêke ku, Tirkiye jiber zextên Rûsyeyê, hêdî hêdî dev ji piştîvanî kirin û parastina komên cîhadî yên Sûrî berdide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin