Îran hêzeke zêde şandiye ser sînorê Ermenistan û Azerbayicanê.
Aloziyên navbera Ermenistan û Azerbayicanê didomin û beriya du rojan dîsan di navbera her du aliyan de pevçûn qewmî bû û di encam de herî kêm 100 kes hatibûn kuştin.
Li gor jêderên nûçeyan, Îran jî ku, di vê şerê de qaşo bêaliye, lê xwedan helwesteke ku, nêzî Ermenistanê ye, li dijî hewlên Tirkiye û Azerbayicanê yên bo vekirina kirîdora Zengezorê, hêzeke gelek zêde ku ji 45 hezar leşkeran pêk hatiye şandiye ser sînorê navbera Ermenistan û Azerbayicanê.
Hêza han spaha Qudis ya Îranê ye û li ser sînor çekên xwe yên giran û topxane jî bicîh kiriye.
Ji aliyeke din ve duhê jî wezîrê derve yê Îranê di peywendiyeke telefûnî de li gel hevpîşeyê xwe yê Azerî ev yek eşkere kiribû ku Îran li dijî guhertinên cografiye li deverê de.
Herwiha duhê li Semerqendê jî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi fermî ji Erdogan re goti bû ku, Îran li dijî guhertinên sînorên welatên deverê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin