Keça Kurd tirşika rejîma Îranî derxist

mirina Mehsayê bû sedem daku, hin meleyên Îranî jî dijî rejîmê dengê xwe bilind bikin.
کوردستان TV
100%

Kuştina keçeke Kurd bû sedema hejandina rejîma Îranê.

Mehsa Emînî, keça Kurd yaku, beriya çend rojan li gel malbeta xwe bi qeseda seferê çûbû Tehranê, roja sêşemê li Tehranê hatibû girtin û di encama eşkenceya polîsên Îranê de, ketibû komayê û piştî 4 rojan bêhalî, li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da.

Kuştina Mehsa Emînî, netenê li Kurdistan belku, li Îran, derveya Îran û li ser asta cîhanî jî dengevdaneke mezin dijî rejîma Îranê çê kir.

Ji bilî ku, biryare li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên seraserî werin lidarxistin, hevdem li Tehran û bajarên din yên Îranê jî, xwepîşandanên mezin li dijî rejîma Îranê hatin lidarxistin û xwepîşander diroşmeyê terorîst Xamneyî, retorîst polîs û terorî rejîm qiriyan.

Herwiha di n ava rayedarên rejîma Îranê de jî çend rayedarên mele ku, hinek alîgirên azadî ne, rexneyên tund li polîs, Xamneyî û saziya ku, jiber hicabê keçan digire, kirine û nivîsandine, ev cenayete ku, polîs dest di karûbarên jiyana taybet ya takekesî de werbide û ti qanûn û zagoneke Îranî qala vê yekê nekiriye ku, lazime polîs xelkê şîret bike.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.