Îran bû endamê saziya Shanghayê

ev saziya han sala 2001an ji aliyê Rûsye û Çînê ve hatiye avakirin.
کوردستان TV
100%

Duhê civîna Shanghayê bidawî hatibû.

Roja pêncşem û înê li Ozbekistanê civîna navenda hevkariya Shanghayê bi beşdariya Serokê Rûsye û çend welatên din hatibû lidarxistin.

Di civîna han ya du rojî de, biryar hatiye dayîn daku, Îran jî bibe endamê resmî yê vê saziya han.

Îran ji sala 2008an ve heta îro hewl dida ku, bibe endamê saziya hevkarî û hemahengiya Shanghayê û di civîna duhê de daxwaza Îranê hat pejrandin û bi fermî bû endamê vê saziya han.

Civîna duhê ya Shanghayê 22mîn civîna vê saziya han bû.

Ev saziya han sala 2001an ji aliyê Rûsye, Çîn, Qirqîzistan, Qezaqistan, Tacîkistan û Ozbekistanê ve hatiye avakirin. Pişt re jî Pakistan, Hindistan û piştî wan jî Tirkiye û Îran jî bûne endamê vê saziya han.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.