Erdogan li hember Esed siyaseta xwe guhert

dibêje Erdogan bo xwe daxwaza civîna raste rast li gel Esed dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewş û pêşhat bûn sedem ku Erdogan siyaseta xwe biguhere.

Endamê komîteya cîhbicîhkar û navendî ya AKP Orhan Mîroglû ragihand ku, di destpêkê de siyaseta Tirkiyeyê li hember Sûriyeyê ve bû ku, rejîma Besê nemîne û desthilata Beşar Esed jî were hilweşandin.

Mîroglû herwiha diyar kiriye ku, Tirkiye bo vê yekê gelek hewl da û gelek gavên girîng jî avêt, lê nikarî ti encamek bidest bîne, lewre neçar bûye ku, li hember Sûriye û rejîma Beşar Esed siyaseta xwe biguhere.

Mîroglû ji Sputnîkê re gotiye ku, jiber rewş û pêşhatên siyasî û meydanî, Erdogan neçar bûye siyaseta xwe biguhere jiber ku, siyaseta berê ti encam jê derneket û niha Erdogan bo xwe dixwaze ku, li gel Esed civîna raste rast lidar bixe.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.