Derbarê qut kirina avê de wezareta derve ya Sûriyeyê rexne li Tirkiyeyê dike.
Ev çend sale rejîma Tirkiyeyê karta avê weke karteke zextlêkirinê û weke karteke siyasî li dijî Bakûr û Rijhilatê Sûriyeyê bikar tîne û deverê bêav dike.
Di vê derbarê de duhê wezareta derve ya Sûriyeyê li ser vê mijarê rexneyên dijwar li rejîma Tirkiyeyê kir û ragihand ku, rejîma Tirkiyeyê li dijî şêniyên herêmê tawanên cengî dike.
Wezareta derve ya Sûriyeyê diyar kiriye ku, bikar anîna avê weke karteke siyasî ya bo zextlêkirinê, tawaneke mezine li dijî mirovatiyê û niha rejîma Tirkiyeyê tawanên cengî dike lewre lazime civaka cîhanî û Netewên Yekgirtî li ser vê mijarê gav bavêje.
Weke tê zanîn ku, piştî dagîr kirina Girê Spî û Serê Kanî ji aliyê Tirkiyeyê ve, rejîma Tirkiye dest daniye ser navenda pompaja avê û rê nade av biçe Hesekê û derdorê û ev yek jî bûye sedema çê bûna qirîza avê û elektirîkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin