Hefteya pêş parlementoya Îraqê dicive

heta niha 140 îmze bo civîna parlementoyê hatine îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Eger heye tevgera Sedir jî vegere nava siyasetê.

Çapemeniya Îraqê belav kiriye ku, hefteya pêşiya me bo rewşa Îraqê hefteyeke gelek girîng dibe jiber ku, eger heye ku, parlementoya Îraqê bicive.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, heta niha zêdetir ji 140 îmze bo lidar xistina civîna parlementoyê hatine îmzekirin û aliyên siyasî jî hinek lihev nêz bûne li ser çareser kirina qirîza siyasî ya li Îraqê.

Ji aliyeke din ve pisporên siyasî ji çapemeniya Îraqê de dane xuyakirin ku, mimkune aliyên siyasî yên Îraqê li gel tevgera Sedir jî lihev bikin lewre tê payîn ku, piştî merasîmên çileya imam Husên, tevgera Sedir ya bi Serokatiya Muqteda Sedir ku, xwe ji parlementoyê vekêşa bû, dîsa vegera nava prosesa siyasî û parlementoya Îraqê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.