Ev dron duhê li herêma Kupyansk hatiye xistin.
Artêşa Ukraynayê ragihand ku, hêzên wan karîne duhê êwarê di şerê li herêma Kupansk droneke Îranî yaku, ji aliyê artêşa Rûsyeyê ve dihat bikaranîn bixin erdê.
Artêşa Ukraynî ev yek eşkere kiriye ku, modela drone han Şahêd 136 Îraniye û li Rûsyeyê jî bi modela M214 Geran-2 hatiye bikaranîn û li herêma Kupyanskê ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.
Weke tê zanîn şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û di wan rojên dawî de Ukrayna derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê daye û nêzî 8 hezar km duca ji destê artêşa Rûsyeyê rizgar kiriye.
ji aliyeke din ve tê gotin ku, bi çend mehan beriya niha Rûsye gelek dron bo şerê dijî Ukraynayê ji Îranê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin