Êrîşên çekdarên rejîma Îranê yên dijî Kolberan didomin.
Di çarçoveya kuştinên sîstematîk yên Kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, duhê êwarê rejîma Îranê li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê dîsa êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama êrîşa han de yaku, raste rast hatiye pêkanîn, herî kêm 3 Kolberên Kurd xelkê bajarê Baneyê birîndar bûne.
Temena wan Kolberan di navbera 22 heta 30 salane û her sê jî xwedan zarokin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin