Di navbera Îsraîl û Almanyayê de rêkeftin hatiye îmzekirin.
Serokwezîrê Îsraîlî Yair Lapid ragihand ku, di navbera Almanya û Îsraîlê de derbarê kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya Hits 3 ya Îsraîlî rêkeftinek hatiye îmzekirin.
Lapid eşkere kiriye ku, li gor rêkeftina han, Almanya bo bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya xwe, vê sîstema berevaniya asmanî ya Hits 3 ya Îsraîlî bikire.
Ev sîstema han sîstemeke antî mûşekî ya balistîkiye ku, bi hevbeşiya navbera Amerîka û Îsraîlê hatiye çêkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê qala buhayê sîstemê yaku, bi Almanyayê were firotin eşkere nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin