Zêdetir ji 45 hezar Îranî bi rêya Kurdistanê hatine Îraqê

dibêje Îranî nizanin ku, dikarin bi rêya Kurdistanê jî biçin Kerbelayê.
کوردستان TV
100%

Beşdarî di merasîmên çileya imam Husên de dikin.

Li gor jêderên nûçeyan Konsulusxaneya Îranê ya li Hewlêrê eşkere kiriye ku, bo cara ewil welatiyên Îranî yên ku, dixwazin biçin Kerbela û beşdarî di merasîmên çileya Îmam Husên de bikin, bi rêya Kurdistanê serdana Îraqê dikin.

Konsulusxaneya Îranê eşkere kiriye ku, heta niha zêdetir ji 45 hezar welatiyên Îranî bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê derbas bûne û ji herêma Kurdistanê jî ber bi Kerbelayê ve çûne.

Konsulusxane diyar kiriye ku, heta niha ti agehî li ser vê yekê ku, welatiyên Îranî dikarin bi rêya Kurdistanê biçin Kerbelayê di nava Îranê de nehatine belavkirin lewre deriyên din yên di navbera Îran û Îraqê de gelek qerebalix bûne û kêşe derketine lê li deriyên sînorî yên Kurdistanê de ti kêşe tuneye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.