Di bûyereke tirafîkê de miriye.
Li gor nûçeyeke malpera Îran înternatonal, rayedarekî bilind paye yê hêzên çekdar yên Îranê di dema vegerê ji Îraqê rastî bûyereke hatûçûyê hatiye û miriye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, navê wî rayedarê han Teqî Husêniye, nav hatî berpirsê karûbarê siyasî û îdeolojîkî yê hêzên çekdarên Îranî û spaha Qudise û di deme vegera xwe sînorê Mihranê ya di navbera Îran û Îraqê de, li ser rêya Îlamê rastî bûyereke tirafîkê hatiye û miriye.
Nav hatî ji bilî postê han yê leşkerî hevdem berpirsê navenda parastin û belav kirina mîrasên berevaniya pîroz ya li bajarê Hemedanê jî bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin