Îraq: Heta niha 3 miliyon kes hatine Îraqê

sedî 70ê wan bi rêya deriyên Zirbatiye û Mihranê hatine Îraqê.
کوردستان TV
100%

Dibêje piraniya wan Îranî ne.

Berpirsê giştî yê deriyên sînorî yên Îraqê Omer Wayilî ragihand ku, hatina welatiyên biyanî bi taybetî Îranî û oldarên şîe bo Îraqê bo beşdarî kirin di merasîmên çileya  Îmam Husên de berdewame.

Omer Wayilî herwiha eşkere kiriye ku, heta niha zêdetir ji 3 miliyon kesên biyanî bo beşdarî kirin di merasîmên çileya Îmam Husên de hatine Îraqê ku, piraniya wan welatiyên Îranî ne.

Nav hatî ev yek daye diyarkirin ku, sedî 70 wan welatiyan bi rêya her du deriyên sînorî yên Zirbatiye û Mihranê bûye.

Weke tê zanîn ev çend roje bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê jî hijmareke zêde welatiyên Îranî serdana Îraqê dikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.