Spasiya sê welatên Ewrûpayî dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jiber helwesta her yek ji Almanya, Franse û Amerîkayê ya li hember bernameya etomiya Îranê û hewldanên heyî yên bo îmze kirina rêkeftineke nû ya di navbera cîhan û Îranê de li ser bernameya etomiya Îranê, spasiya wan her sê welatan kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ev yek eşkere kir ku, ti rêkeftineke nû di navbera welatên cîhan û Îranê de nayê îmzekirin û nabe were îmzekirin.
Lapid tekez li ser vê yekê kiriye ku, dosyeyên vekirî yên Îranê yên di ajansa etomî ya cîhanê de di demeke nêz de werin daxistin û rêkeftin li gel Îranê nayê îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin