Sedir: Bila komên çekdar ji her pîwerdariyekê werin dûr xistin

beriya du hefteyan di navbera her du aliyan de pevçûn qewmî bû.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila heşda şebî û Seraya Selam ji pîwerdariyên ewlekarî werin dûrxistin.

Aloziyên li Îraqê didomin û heta niha çareseriyeke mayinde jî di navbera aliyan de bo kêşeyên heyî nehatiye dîtin.

Di çarçoveya wan aloziyan de, îro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir twittek weşand û daxwaz kir ku, koma çekdar ya heşda şebî û Seraya Selam yaku, ser bi tevgera Sedire, ji her cure pîwerdariyeke ewlekarî werin dûrxistin.

Sedir huşdarî li ser vê yekê daye ku, eger ev yek neyê kirin û encamên gelek nebaş derkevin holê.

Heta niha nayê zanîn ku, gelo mebest û armanca Sedir ji vê peyama han çiye.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan li Bexdayê di navbera çekdarên Seraya Selam ya ser bi Sedir û koma heşda şebî de şer qewmî bû.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.