Îro bi rêzdarî ve 61 saliya destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya Rêberê şoreş Barzaniyê nemir û hevalên wî û tevahiya wan qehremanan dikin ku, bo azadî gel û welatê xwe canê xwe feda kirin. Silav bo malbetên serfiraz yên şehîdan û tevahiya ev pêşmerge û xebatkaran dişînin ku, di rojên dijwar yên şoreşê de bi awayeke dilsoz û fedayiyane ked dan û xizmet kirin.
Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya netewî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê bû, şoreşa tevahiya pêkhateyan bû ku, di bin Rêberatî û Serkirdatiya yekgirtî de her kes kom kiribû di yek ji qonaxên herî dijwar yên dîroka Kurdistan û deverê de, bi îrade û baweriyeke bihêz li hember neyar rawestan û di dawî de dewleta Îraqê neçar kir mafên gelê Kurdistanê qebûl bike û bibe bingehek bo tevahiya destkeftiyên din. Mînakeke baştir ya şoreşa Îlonê ev bû ku, di serkeftinê de mexrûr nebû belku serkeftin kire derfetek bo lêxweşbûn û xebateke zêdetir ya hevbeş û yekxistina nav mala Kurd.
Şoreşa Îlonê bo dost û neyaran û tevahiya cîhanê ev yek îsbat kir ku, ti hêz û karîneke leşkerî nikare îradeya gelê Kurdistanê bo jiyan û azadiyê ji nav bibe, nihênî û hêza serkeftina şoreşa Îlonê, yekdengî û yekhelwestiya tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bû, jiber vê çendê di vê bîranîna han de tekez li ser yekrêzî, yekdengî û karê hevbeş di navbera tevahiya alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê de dikin, jiber ku, ev rêya yekane ya parastina maf û destkeftiyên destûrî yên herêma Kurdistanê û sepandina pergala federalî û dabîn kirina pêşerojeke baştire.
Şikodar be bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê û silav bo rihê paqêj yê şehîdan.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin